Kanûn 14, 2020 13:21 Asia/Tehran
  • Li bendera Ceddeyê ya Siûdiyê teqînek çê bû

Li Erebistana Siûdiyê di keştiyek neftê ya bi navê BW Rhine de ku ala Singapûrê li ser bûye, teqîn çê bûye.

Teqîn derengiya şeva bihorî li Bendera Ceddde ku dikeve ser Deryaya Sor, çê bûye.

Kompaniya Hafnia ya keştîvaniyê ku keştî bo wê dixebite û baregeha wê li Singapûrê ye, têkildarî bûyerê daxuyaniyek daye û ragihandiye, êrîş ji çavkaniyeke nenaskirî ve hatiye encamdan û zirar gihandiye keştiyê, lê tevahiya 22 kesên ku li ser keştiyê bûne, silamet in û piştî teqîna nîveşevê hatine rizgarkirin.

kompaniya Hafnia herwiha diyar kiriye, hitmala wê yekê heye ku petrol ji keştiyê derkeve nav deryayê.

Saziya Îstixbarata Deryayê ya Brîtanyayê Dryad Globalê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, “Di dema operasyona kompanya Aramcoyê ya Erebistana Siûdî de li bendera Ceddeyê, di keştiyê de teqîn çê bûye.

Hikûmeta Siûdiyê heta niha ti zanyarî derbarê teqînê de aşkere nekiriye, lê li gor zanyariyan, di encama teqînê de zirar gihîştiye bendera Ceddeyê û navendeke giring a dabeşkirina petrolê li wê benderê.

Heta niha ti grûpekê berpirsyariya êrîşê li xwe nagirtiye, lê belê bûyer di demekê de ye, ku hêzên Ensarullaha Yemenê û artêş û komîteyên gel ên Yemenê weke bertekekê li hember operasyona leşkerî ya Siûdiyê li Yemenê ku ew pênc sal e berdewam e, êrîşên xwe li dijî armancên di nav axa Siûdiyê de zêde kirine.

Sedema teqînê hêj nehatiye zanîn, lê tê gumankirin ku ji aliyê hêzên derveyî ve hatibe kirin.

Meha bihorî jî li bendera Şeqîq a Siûdiyê mîneke deryayî bi tankereke petrolê ve teqiyabû, wê demê desthilatdarên Siûdiyê berpirsyariya teqînê xistin stuyê milîşên Ensarullah û  Hûsiyên Yemenê.

Serepeyv