Kanûn 12, 2020 07:55 Asia/Tehran
  • Komên Berxwedana Filistînê: Lihevkirina Mexribê ya bi rejîma dagirker re xiyaneta li Qudsê ye

Komên berxwedanê yên Filistînê di daxuyaniya xwe de gotin ku peymana lihevkirinê ya Mexribê(Fasê) ya bi rejîma dagirker re xiyanet li Filistîn û Qudsa Pîroz e.

Li gorî IRNA, ji zarê Al-Mayadin, daxuyaniyek ji hêla komên berxwedêrên Filistînî ve roja Înê hat weşandin ku tê de hatiye ragihandin, heke rejîma Îsraîl a dagîrker difikire ku bi normalîzekirina têkiliyên bi hin rejimên Ereb re, ew ê bikare cinayetên xwe yên dîrokî veşêre, pir şaş difikire.

Komên berxwedanê yên Filistînê ragihandin ku rejimên lihevhatî bi vê lihevkirina xwe bi Rejîma Siyonîstî re xiyanet li viyan û îradeya îstem û qayîm ya netewên xwe yên xebatkar kirin. Van peymanên rûreşî û qirêj vîna neteweyên azad ên Ereb, nemaze neteweya Mexribê, ya ku her dem piştgirî dida doza Fîlîstîn nîşan nadin.

Komên berxwedanê yên Filistînê di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin: Em bang li gelên Maxrib û neteweyên Ereb dikin ku li hemberî lihevhatina rejîmên ereb û siyonîstî û xwetewandina hakimên ereb li hemberî cinayetkar û dagirkeran tevgereke gelêrî ya berfireh pêk bînin û van lihevhkirinan red bikin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja Înê li ser twîtterê ragihand:  "Mexrib û Îsraîlê li hev kirin ku têkiliyên xwe asayî bikin,".

Serepeyv