Kuweyt: Nakokiyên navbera Qeter û Erebistanê bi dawî bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i322013-kuweyt_nakokiyên_navbera_qeter_û_erebistanê_bi_dawî_bûne
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Kuweytê qala bidawîhatina nakokiyên pêncsalî navbera Erebistan û Qeterê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2020 05:41 Asia/Tehran
  • Kuweyt: Nakokiyên navbera Qeter û Erebistanê bi dawî bûne

Alîkarê Wezîrê karên derve yê Kuweytê qala bidawîhatina nakokiyên pêncsalî navbera Erebistan û Qeterê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Xalid Carellah Alîkarê Wezîrê karên derve yê Kuweytê Îniyê bi şev ragihand ku qeyrana navbera Qeter û Erebistanê bi dawî hatiye û lihevkirina dawîn navbera du aliyan gihîştiye qonaxa dawiyê.

Wî got: Bername jibo rakirina nakokiyan û meşiyana ber bi pêşeroja baştir va dê bên ragihandin.

Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî Wezîrê karên derve yê Qeterê jî di twitterê da tevî sipasiya ji hewildanên navcîtiyê yên Kuweytê jibo çareserkirina qeyrana welatên derdora Kendava farsê, ragihand: Helwêsta dewleta Kuweytê pêngaveke girîng jibo çareserkriina qeyrana welatên Kendava Farsê ye.