Mijdar 13, 2020 12:11 Asia/Tehran
  • Binpêkirina agirbesê ji aliyê siûdiyan va li Yemenê didome

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di 24 saetên bihurî da 278 caran agirbesê li parêzgeha Hudeydeya Yemenê binpê kir.

Li gorî rapora Al-Alamê, Odeya operasiyonê ya efserên têkilî û hevahengiyê li Yemenê roja Îniyê ragihand ku balefirên şêrr û balefirên naskirinê yên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di 24 saetên bihurî da bi caran li ser navçeyên Hîs, Hac, Cebeliye û Tehtiyaya parêzgeha Hudeydeya Yemenê firriyan.

Her wiha topxaneya artêşa destdirêjker a Siûdî zêde ji 190 caran navçeyên Hudeydeyê gullebaran kirin.

 

 

 

Serepeyv