Cotmeh 30, 2020 17:12 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana li Libnan û Filistînê jibo şermezarkirina bêrêziya li Pêxemberê Îslamê (S)

Gelê Libnan û Filistînê bi nîşana şermezarkirina bêrêziya li pêxemberê hêja yê Îslamê (S) xwenîşandan bi rê xist.

Li gorî rapora Euro Newsê, Gelê Libnanê roja Îniyê bi nîşana şermezarkirina bêrêziya li pêxemberê hêja yê Îslamê (S)  li nêzikî cihê mayîna balyozê Fransayê li beyrûtê derket nav kolanan.

Bi sedan filistînî li bajarê Xan Yûnisê û Qudsa dagirbûyî jî piştî xwendina nimêja Îniyê,  bi nîşana şermezarkirina gotinên bêrêzane yên serokomarê Fransayê û piştgiriya ji pêxemberê hêja yê Îslamê (S), li Mizgefta Eqsayê xwenîşandan bi rê xistin.

 

Serepeyv