Cotmeh 13, 2020 21:40 Asia/Tehran
  • Hevpey,amiya Siûdî 117 caran agirbesta Hudeydê binpê kir

Rayedarekî leşkerî yê Yemenê duh diyar kir ku dagirkerên Siûdî û çeteyên wê di 24 saetên borî de 117 caran agirbest li parêzgeha Hudeydê ya rojacayê Yemenê vinpê kirin.

Vî rayedarê leşkerî yê Yemenê li gotûbêja bi Kanala El-Mesîre ya Yemenê re got: Dagirkerên Siûdî û çeteyên wê di 24 saetên borî de 16 balafirên cengê û  Dronên (balafirên bêpîlot) ên sîxoriyê li esmanê parêîzgeha Hudeydê rabûn û hin hedef bombebaran kirin û 17 caran jî topxana hevpeymaniya dagirker a Siûdî ev parêzgeha da ber topan .

Agirbesa Hudeydê di 18 Kanûna 2018 di navbera Taxima şandî ya Senayê û taxma şandî ya Riyazê hat îmzakirin, lê belê Hevpaymaniya Siûdî ji wê demê heya niha ev agirbesta binpê kiriye.

Bendera Hudeydê riya herî sereke ya alîkariyên mirov dostane ji bo Yemenê ye.   

Serepeyv