Wezîrên derve yên Misir, Urdin û Iraqê îro li Qahîrayê dicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i320367-wezîrên_derve_yên_misir_urdin_û_iraqê_îro_li_qahîrayê_dicivin
Li gorî Wezareta Karên Derve yê Misirê, biryar e îro wezîrên karên derve yên Misir, Urdin û Iraqê li Qahîrayê civîna derbarê mekanîzma hevkariya sê alî de li dar bêxin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2020 05:03 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Misir, Urdin û Iraqê îro li Qahîrayê dicivin

Li gorî Wezareta Karên Derve yê Misirê, biryar e îro wezîrên karên derve yên Misir, Urdin û Iraqê li Qahîrayê civîna derbarê mekanîzma hevkariya sê alî de li dar bêxin.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî duh got, civîna sê alî ya Misir, Urdin û Iraq sibe (sêşemê) di çarçoveya geşkirin û aktîfkirina aliyên hevkarî yên her sê dewletan de li dar dikeve.

Li gorî rojnama Youm7, Şukrî diyar kir ku bi rêya komîteya bilind a dawîn di navbera her sê dewletan de ya li Urdinê pêk hatiye li ser aktîfkirina berjewendiyên wan dewletan lihevkirin çêbû.

Şukrî destnîşan kir ku dê sêşemê behsa gelek dozên girêdayî herêmê, astengiyên li pêşberî her sê dewletan û hevkariya di navbera wan bên kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên pêr gihaşt Qahîrayê. Tê payîn ku serdan 3 rojan bidome.