Îlon 24, 2020 09:02 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê bersiva gotinên paşayê Siûdî da

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê bersiva gotinên paşayê Siûdî di civîna Civata Giştî ya NY da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Elî Husî, Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê bi weşandina peyamekê li ser twitterê nivîsî: Melik Selman paşayê Erebistanê divê bizane ku şerê sereke yê Yemenê bi Amerîkayê ra ye; Amerîka bi danîna çekan ber destê Erebistanê, ji axa vî welatî şerê Yemenê dike.

Selman Bin Ebdulezîz, paşayê Siûdî roja Sêşemiyê di civîna 75an a Civata Giştî ya NY da bêyî amajeya bi êrîşa Riyazê ser Yemenê û birêxistina şerekî wêranker (bi piştevaniya Amerîkayê) li vî welatî bike, Îran bi berxwegirtina siyasetên kêşesaz û wêranker li Rojavaya Asyayê tawanbar kir.

 

Serepeyv