Rejîma  Îsraîlê ragihand ku danûstandinê bi Sûdanê re pêk tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318798-rejîma_Îsraîlê_ragihand_ku_danûstandinê_bi_sûdanê_re_pêk_tîne
Wezîrê îstixbaratê yê Rejîma Îsraîlê Eli Cohen îro ragihand ku di navbera vê rejîmê û Sûdanê de danûstandin hene, her wiha wî destnîşan kir ku Îsraîl hêvî dike xwe bigihîne peymana aştiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2020 18:10 Asia/Tehran
  • Rejîma  Îsraîlê ragihand ku danûstandinê bi Sûdanê re pêk tîne

Wezîrê îstixbaratê yê Rejîma Îsraîlê Eli Cohen îro ragihand ku di navbera vê rejîmê û Sûdanê de danûstandin hene, her wiha wî destnîşan kir ku Îsraîl hêvî dike xwe bigihîne peymana aştiyê.

Eli Cohen got: "Dê peymana pêşerojê ya bi Sûdanê re, penaberên sûdanî yên li Îsraîlê (Filistîna Dagîrkirî) vegerîne welatê wan".

Cohen diyar kir ku Rejîma Îsraîl danûstandinan bi dewletên Ereb û Afrîqayê re pêk tîne.

Duh berdevkê Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Heyder Bedewî jî ragihandibû ku welatê wî peymana aştiyê bi Îsralî re lêkolîn dike û îdia kiribû ku ew peyman li gorî berjewendiya Xertûmê ye ku bêyî zirarê bigihîne nirxan.