Tebax 08, 2020 19:51 Asia/Tehran
  • Rêjîma Siyonîst balefira bêmirov a xwe xist xwarê

Rojnameyeke Rêjîma Siyonîst ragihand ku Artêşa Israîlê balefireke xwe ya bêmirov bi şaşitî xistiye xwarê.

Rojnameya siyonîstî ya Haarêtzê îro Şemiyê ragihand ku Artêşa Rêjîma Siyonîst roja Îniyê bi gumana ku ev balefira bêmirov ji Libnanê derbasî Filistîna dagîrbûyî bûye, balefira xwe xiste xwarê.

Pêştir Avîxay Ediryî Berdevkê Artêşa Rêjîma Siyonîst bi twittekê nivîsî: Artêşa Israîlê şeva bihurî balefirek ku derbasî navçeya Şêx Cebelê li Filistîna dagîrbûyî bûbû, şopand û xiste xwarê.

 

 

Serepeyv