Plana siyasî ya Serokomarê Fransayê jibo qeyrana Libnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318400-plana_siyasî_ya_serokomarê_fransayê_jibo_qeyrana_libnanê
Serokomarê Fransayê got ku wî dahêneriyeke siyasî jibo qeyrana Libnanê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2020 21:04 Asia/Tehran
  • Plana siyasî ya Serokomarê Fransayê jibo qeyrana Libnanê

Serokomarê Fransayê got ku wî dahêneriyeke siyasî jibo qeyrana Libnanê heye.

Li gorî rapora kanala El Meyadînê, Êmanûêl Makron, Serokomarê Fransayê ku Pêncşemiyê nîvro gihîşte Beyrûta paytexta Libnanê, got: Libnan tûşî qeyrana aborî û siyasî bûye û heke reformên pêwîst li Libnanê cih neyên, dê rencê vî welatî were domandin.

Makronî got ku heta çend saetan hûrgiliyên dahêneriyeke siyasî ya nû jibo Libnanê radigihîne.

Berêvara Sêşemiyê teqîneke mezin li bendergeha Beyrûtê qewimî ku li gorî amara nû ya weşandî,, hejmara candayiyan gihîştiye 137 û hejmara birîndaran gihîştiye derdora 5000 kesî.