Tîrmeh 21, 2020 08:40 Asia/Tehran
  • Sîsî û Trump di derbarê rewşa Lîbyayê de axivtin

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin pêk anî, geşedanên derbarê Lîbyayê de û encamên wê li ser ewlehiya gelemperiya herêmî nîşqaş kirin. 

Berdevkê serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîs Besam Radî daxuyand ku herdu serokan li ser pêkanîna agirbestiyê li Lîbyayê li hev kir, da ku diyalog û çareseyên siyasî aktîv bikin.

Radî got, El-Sîsî helwêsta stratejîk ya sabît ya Misirê ya li hember doza Lîbyayê ji bo vegerandina hevsengiyî û aramiyê li herêmê û parastina saziyên wê yên niştîmanî, da xuyakirin.

Berdevkê serokê Misirê ji zarê El-Sîsî anî ziman ku Misir baldar e ku pêşî li xirabûna rewşa ewlehiyê bigire, bi riya rawestandina destwerdanên biyanî yên neqanûnî di doza Lîbyayê de, wî her wiha diyar kir ku ev destwerdan rewş hîn xirabtir kir ku bandor li ewlehî û aramiya herêmî jî kir.  

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku helwêst  û siyaseta Misrê yên têkildarî encamên neyînî yên krîza Lîbyayê ya li ser herêmê fêm dike û  ji ber vê yekê sipasiya hewldanên Misirê li hemberî krîza Libyayê dike.

Serepeyv