Tîrmeh 17, 2020 01:40 Asia/Tehran
  • El-Sîsî: Misir dikare rewşa leşkerî ya Lîbyayê bi lez biguhere

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî îdia kir ku heke Misirê destwerdana Lîbyayê bike dê rewşa leşkerî bi lez biguhere û destnîşan kir ku, ji bo Lîbyayê veneguhere navendê terorê dê Misir mudaxle bike.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî di civîna li gel hin şêx û rûspiyên qebîleyên Lîbyayê de îdia kir: "Artêşa Misirê ji hêzên here xurt li herêmê û Afîqayê ye, lê Qahîra piştgiriyê didw çareseriya siyasî li Lîbyayê."

El-Sîsî daxuyand ku ji ber destwerdana derve, ku hin ji bo berjewendiyên xwe mudaxle dikin, aliyên bi nakok ne xwedî biryar in.

Serokê Misirê bal kişand ser berdewama veguhestina çeteyan ji aliyê Tirkiyê ji nav Sûriyê ber bi Lîbyayê ve û got, ev ewlehiya tevahiya herêmê dixe xeterê.

Wî her wiha destnîşan kir ku heke xeta Sirt –Cefrayê were derbaskirin, Misir dê bêdeng nemîne û nehêle ewlehiya herêmên rojhilatê Lîbyayê werin xirabkirin.

El-Sîsî diyar kir ku tenê lîbyayî çarenûsa xwe diyar bikin û Misirê piştgiriyê dide yekitiya xaka Lîbyayê û got: "Ne bi daxwaza gelê Lîbyayê be em derbas nabin û ne bi fermanê wê em ê derkevin."

Serokomarê Misirê ji qebîleyên Lîbyayê xwest ku beşdarî artêşa niştimanî ya yekûbyî ya bin fermandariya Xelîfe Hefter bibin û got, Misir amade ye destekê bide qebîleyên Lîbyayê da ku artêşeke niştimanî ya lîbyayî yekbûyî ava bikin.

Serepeyv