Tîrmeh 17, 2020 01:21 Asia/Tehran
  • Hin qebîleyên Lîbyayî ji Misirê xwest: Heke êriş li ser Sirtê werin kirin mudaxle bike

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî pêşwaziya rûspiyên hin qebîleyên Lîbyayê kir. Hevdîtin bi dirûşmeya "Misir û Lîbya ..yek gel û yek çarenûs in " pêk hat.

Serokê Misirê El-Sîsî diyar kir ku armanca xebatên sereke yên Misirê yên li beramberî Lîbyayê di hemû astan de îradeya azad a gel were aktîvkirin da ku pêşerojeke baştir ji welatê Lîbyayê û nifşên wê re peyda bibe.

Serokê Meclisa Bilind a Rûspiyên Qebîleyên Lîbyayê piştrast kir ku wan jî bang li serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî kir ku, heke li ser herêma Sirtê êriş werin kirin, bila Misirê mudaxele bike

Serepeyv