Tîrmeh 13, 2020 10:32 Asia/Tehran
  • Operasiyona mûşekî ya yemeniyan li başûrê Erebistanê

Çavkaniyên Siûdî berbanga Duşemiyê qala bihîstina çend teqînên giran li navçeyên Xemîs Meşît û Ebhayê li başûrê Erebistanê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên siûdî ragihandin ku ev teqîn di encama êrîşên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên arttêş û komîteyên gelanî yên Yemenê qewimîne.

Hevdem medyayên siûdî îdia kirin ku pergala berevaniya mûşekî ya Erebistanê li dijî êrîşên yemeniyan çalak bûye.

Li gorî ragihandina medyayan, firokeyên bêpîlot ên yemeniyan baregeha asimanî ya Melik Xalid li navçeya Xemîs Meşîtê li parêzgeha Esîrê ya başûrê Erebistanê kirine hedef.

 

Serepeyv