-
Berdewambûna pevçûnan li Te`iza Yemenê; Zêde ji 100 kirêgirtîyên si`ûdî hatin kuştin
Îlon 06, 2026 12:43Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di encama pevçûnên li Te`iza Yemenê da herîkêm 105 kirêgirtî u çekdarên ser bi Erebistanê hatin kuştin.
-
Pêşveçûna hêzên yemenî ber bi bendera Mexayê ve
Îlon 04, 2026 17:48Li dû serdestiya Artêş û Ensarullah a Yemenê li ser navçeyên berfireh li parêzgeha Teizê û pêşveçûna ber bi bendera Mexayê ve, kanala El Erebiyê basa veguhestina berfireh a hêzên ser bi Riyazê bo vê navçeyê ve kir.
-
Başûrê Libannê di bin agirê siyonîstan de; Elî el Tahir careka din hat bombarankirin
Îlon 04, 2026 17:46Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Artêşa Rejîma Siyonîst derdora bilindahiyên Elî El Tahirê li başûrê Libnanê daye ber bombeyan. Hevgavê viya firaksiyona Berxwedanê li Meclisa Libnanê ragihand: Rejîma Siyonîst Hevhatina Çarçoveyê wekî emrazekê ji bo dewama cinayeta jînosaydê bi kar tîne.
-
Derfirotina nifta Erebistanê daketiye asta herî kêm a di deh salên va dawiyê de
Îlon 03, 2026 19:03Bloombergê ragihand: Hinardekirina niftê ya Erebistana Siûdî piştî şerê li dijî Îranê û şert û mercên qeyranî yên li Deryaya Sor daketiye asta herî nizm a neh salên dawî.
-
Dewama cinayetên li Perrava Rojava; Şehîdbûna 2 filistîniyan di êrişa leşker û bajaroknişînên Siyonîst de
Îlon 03, 2026 18:44Rêxistina Hîva Sor a Filistînê û Wezareta Tendirustiya vî welatî ragihandin ku di encama êrişa bajaroknişîn û leşkerên Rejîma Siyonîst ser Perrava Rojava de 2 filistînî şehîd bûn.
-
Êrişa mûşekî ya Yemenê ser binkeyên kirêgirtiyên siûdî
Îlon 03, 2026 17:44Çavkaniyên ser bi Riyazê basa êrişa bi mûşekan a Artêşê û Ensarullah a Yemenê ser bendera stratêjîk a Mexayê û avêtina herîkêm pênc mûşekên balistîk ser vê navçê kirin.
-
Dewama binpêkirina agirbesa li Libnanê; Êrişa hewayî û topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser çend bajarokan
Îlon 03, 2026 10:44Rejîma Siyonîst wek dewama binpêkirina agirbesê li başûrê Libnanê, êrişî çend bajarokan kir.
-
Yemen: Em li rex Îranê sekinîne
Îlon 02, 2026 18:37Wezareta Karên Derve ya yemenê di daxuyaniyekî de ragihand: Bersiva Îranê li hember destdirêjiyên Amerîkayê mafê rewa yê vî welatî ye û anegorî hemû peyman, qanûn û erf û edetên navnetewî ye
-
Serokwezîrê Pakistanê: Destdirêjîya ser Îranê hokara qeyranê li navçê ye
Îlon 01, 2026 17:18Serokwezîrê Pakistanê got: Binpêkirina yekperşetîya axa Komara Islamî ya Îranê wek endamekî Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê ya di destpêka îsal da bû sedema qeyraneke mezin li navçeyê û em pêgirîyê dikin ku tenha rêkar, dîplomasî ye.
-
Êrişa bi xwefiran a Hizbullah a Libnanê ser koma leşkerên Siyonîst li başûrê Libnanê
Tebax 31, 2026 15:52Hizbullah a Libnanê di êrişeke bi xwefiran, tankeke Mêrkavay a Artêşa Rejîma Siyonîst û komek ji leşkerên vê rejîmê li başûrê Libnanê kire hedef. Di encama vê êrişê de leşkerekî dagirkir birîndar bû.