Pêla desteserkirinan li Behrêynê hevdem ligel dadgehîkirina zanayên dînî gurr bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i361434-pêla_desteserkirinan_li_behrêynê_hevdem_ligel_dadgehîkirina_zanayên_dînî_gurr_bûye
Li pey tundbûna tevdîrên emnî li Behrêynê, hêzên emnî yên Rejîma Alê Xelîfe pêleke berfireh a desteserkirina welatîyên şî’e dest pê kirine.
(last modified 2026-11-14T16:06:24+00:00 )
Tesrîn 14, 2026 17:10 Asia/Tehran
  • Pêla desteserkirinan li Behrêynê hevdem ligel dadgehîkirina zanayên dînî gurr bûye

Li pey tundbûna tevdîrên emnî li Behrêynê, hêzên emnî yên Rejîma Alê Xelîfe pêleke berfireh a desteserkirina welatîyên şî’e dest pê kirine.

 

Pêla nû ya desteserkirinan hevdem ligel dadgehîkirina hejmareke zanayên berbiçav ên dînî pêk hatîye bi awayekî ku hejmara desteserkirîyan gihîştîye 38 kesan. Di nav desteserkirîyan da, Serokê Huseyniyeyekê û zanayekî dînî jî tên dîtin. Civata El-Wifaqê ya Behrêynê ragihandîye ku ev kiryar di pey nerazîtîya welatîyan hemberî dadgehîkirina zanayan û daxwaza azadkirina wan pêk hatine. Ev pêla desteserkirinan di halekî da berdewam e ku nerazîtî hemberî dadgehîkirina zanayên dînî û daxwazên bo azadkirina wan zêde bûne.