Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Libnanê
Hevgavê êrişên bi topan ên Rejîma Siyonîst ser gira Elî El Tahirê û bajaroka Mensûrî li bajarê Sûr ê li başûrê Libnanê, xwefirekî bombebarkirî li bajarokê Mensûriyê teqiya.
Artêşa Rejîma Siyonîst herwiha çend teqîn derdora bajaroka Sirêbînê, du teqîn li bajaroka Bênt Cebîlê û teqînek jî li bajaroka Mecdelzûnê li başûrê Libnanê cih anîn û leşkerên vê rejîmê agir berdane hin malan li bajaroka Biyût El Seyadê li başûrê Libnanê. Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst jî duh şev êrişî navçeya Qenterê li bajarê Merceiyûnê li başûrê Libnanê kirin.
Wezareta Tendirustiya Libnanê jî di daxuyaniyekî de ragihand hejmara şehîdên Libnanê li cinayetên Siyonîstan ji 2`ê Adarê ve heta nika gihîştiye 4350 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 12 hezar û 310 kesî.