Qeter: Boykotên dijî Îranê yekalî ne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê derbara dûhatên berfirekirina gêreyê di navbera Waşîngton- Têhranê da hişyarî da û got: Boykotên Amerîkayê dijî Îranê yekalî ne.
Macid Ensarî amajeyî vê yekê kir ku boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê yekalî ne u ragihand: Duhe piştgirîyê dide hwlên navbeynkarane ji bo çareserkirina qeyranê. Ensarî herwiha got: Qeterê hema ji roja destpêkê va pêgirî kirîye ku her cure tundkirina gêreyê li navçeyê, yê dûhatêên wê bipekîne hemî navçeyê u heta cîhanê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê herwiha derbara rola Rejîma Sîyonîst di alugurên navçeyê da got: Heke Rejîma Sîyonîst dixwaze beşeke herêmê be, divê sozên xwe pê kbîne. Ensarî herwiha got: Rawêjkarî û peywendîyên tev alîyên curbicur didomin û ji bo vî welatî ewlewîyet, lihevkirina alîyên curbicur e.