Êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
Tîrmeh 24, 2026 17:10 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst hin navçeyan li başûrê Libnanê dan ber bombeyan.
Hêza hewayî ya Rejîma Siyonîst hin navçeyan li derdora bajaroka Qesîrê li herêma Merceiyûnê ya parêzgeha Nebtiyê dan ber bombeyan.
Leşkerên dagirkir di dewama kawilkirina binesaziyên li başûrê Libnanê, bi sê teqînên giran binesaziyên curbicur ên bajarokên Mecdelzûn, Mensûrî û Merkebayê bi bombeyan rûxandine. Rejîma Siyonîst ji 2`ê Adarê ve êrişên berfireh ser Libnanê destpê kirine ku ji bilî ku hejmarek ji welatiyên libnanî di encama van êrişan de şehîd û birîndar bûne, zêde ji yek mîlyon kes jî aware bûne û hîna jî hin navçeyên başûrê vî welatî di destê vê rejîmê da ne.
Serepeyv