Yemenê gef xwer ku wê binesaziyên niftê yên Erebistanê bike hedef
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359056-yemenê_gef_xwer_ku_wê_binesaziyên_niftê_yên_erebistanê_bike_hedef
Endamê Polîtboroya Tevgera Ensarullah a Yemenêdi peyamekî de gef li Erebistana Siûdî xwer ku wê êrişî binesaziyên wê yên niftê bike.
(last modified 2026-07-18T14:43:37+00:00 )
Tîrmeh 18, 2026 17:12 Asia/Tehran
  • Yemenê gef xwer ku wê binesaziyên niftê yên Erebistanê bike hedef

Endamê Polîtboroya Tevgera Ensarullah a Yemenêdi peyamekî de gef li Erebistana Siûdî xwer ku wê êrişî binesaziyên wê yên niftê bike.

Hizam Esed di X`ê de nivîsî: Berpirsyariya dûhatên karên dijî jîngehê yên ji ber agirpêxistina bîrên niftê, boriyên veguhestinê, tankêr, palîngeh, benderên şandina niftê, rawestgeh û pêtroşîmiyan û her çiya ku xelkê navçê wê dûkel û agirê wê bibînin, ser milê nizama Erebistana Siûdî ye. Wî herwiha got: Em ê dorpêçkirina xelkê Yemenê têkbişkênin û em ê tola xwîna paqij a şehîdên xwe û hemû çav û dilên bi xem ku bi salan êş û elema destdirêjî û dorpêçê hemilandine, hilînin. Serleşker Mihemed Nasir Atifî, wezîrê berevaniya Yemenê jî berî nika pêhişyarî dabû welatê hevalbendiya destdirêjker bi taybet Erebistana Siûdî û kesên ku li pişt sepandina dorpêça ser Yemenê ne ku eger destdirêjî, rûsortî û cinayetên xwe bidomînin, hêzên çekdar ên Yemenê ji bo cihanîna hemû bijareyan amade ne.