Rêberê Ensarullaha Yemenê: Amerîka û Îsraîl çavkaniya şerûtiyê li cîhanê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359002-rêberê_ensarullaha_yemenê_amerîka_û_Îsraîl_çavkaniya_şerûtiyê_li_cîhanê_ne
Rêberê Ensarullaha Yemenê got: Amerîka û Rejîma Siyonîst û aliyên ku di bereya wan da ne, çavkaniya şerûtiyekê ne ku îstiqrara cîhanî dixe ber gefê.
(last modified 2026-07-16T15:39:19+00:00 )
Tîrmeh 16, 2026 19:02 Asia/Tehran
  • Rêberê Ensarullaha Yemenê: Amerîka û Îsraîl çavkaniya şerûtiyê li cîhanê ne

Rêberê Ensarullaha Yemenê got: Amerîka û Rejîma Siyonîst û aliyên ku di bereya wan da ne, çavkaniya şerûtiyekê ne ku îstiqrara cîhanî dixe ber gefê.

Seyîd Evdilmelik Bedreddîn got: Amerîka û Rejîma Siyonîst, bi şerxwazî, talankirina çavkaniyên gelan û bicihanîna planên serdestîxwazîyê, gefê li ewlehiya cîhanî dixwin. Seyîd Evdilmelik Bedreddîn tevî amajeya bi dewama sîyasetên Amerîka û Rejîma Siyonîst ên ji bo serdestiya li ser gelan, got: Siyonîzm, li gel destdirêjiya leşkerî, bi şerrê nerm jî li dû têkbirina pênaseya gelan, dagirkirina welatan û sûdwergirtina ji mirovan e. Wî herwiha cîhada li rêya Xwedê wek suneta pêxemberên Xwedê û rêyek ji bo sekinîna hemberî zilmê, têkdana destdirêjkeran û bidestxistina rûmet û serkeftinê ji aliyê gelan va zanî.