Hizbullaha Libnanê: Berxwedan yê bidome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i358379-hizbullaha_libnanê_berxwedan_yê_bidome
Hizbullaha Libnanê ragihand ku ew dê qet ji rêya Berxwedanê venekişe.
(last modified 2026-02-16T11:43:22+00:00 )
Sibat 16, 2026 14:06 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê: Berxwedan yê bidome

Hizbullaha Libnanê ragihand ku ew dê qet ji rêya Berxwedanê venekişe.

Hizbullaha Libnanê di peyameke vîdyoyî de ku gotinên Sekreterên Giştî yê Hizbullaha Libnanê yên emrêxwedîkirî bona rêzgirtina li ciwan û têkoşerên Bereya Berxwedanê dihewîne, ragihand: Ew dê qet ji rêya Berxwedanê paşde venekişe.

Ev peyama Hizbullaha Libnanê di halekî de hatiye weşandin ku Amerîka û Rejîma Siyonîst bi zexta li ser hikûmeta Libananê li dû bêçekirina Bereya Berxwedanê ne. Ev rejîma binpêkirina agirbesa bi Libnanê re didomîne.

Endamê Fraksiyona Emekdariya Berxwedanê li parlemana Libnanê jî bi rexnekirina nêrînên hikûmeta vî welatî li himber alûgurên vê dawiyê tekez kir ku zextên biyanî û dayîna serpişkiyan ne tenê destkevtek jibo Libnanê tinebûye belku nakokî û destdirêjiyên ser Libnanê zêde kirine.