Sibat 15, 2026 17:20 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana bi hezaran kesî dijî Netanyahu li Tel Avîvê

Li Tel Avîvê bi hezaran kesî bi nîşana nerazîbûna himber Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst a dagrker dest bi xwenîşandanê kir.

Şeva buhurî bi hezaran kes ji bo nîşandayîna nerazîbûna xwe himber kabîna Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst daketin kolanên Tel Avîvê.

Beşeke xwenîşanderên dijî Netanyahu gotin ku ev têkoşîna ji bo ewlehî, pêbawerî u cebirandinê ye.

Nerazîbûnên dijî Netanyahu di mehên buhurî da bi awayekî berdewam li şarên curbicur ên Erdên Dagirbûyî yên Filistînê hatine nîşandan. Rexnekerên wî, ji malbatên gorîyên êrişa di 7ê Cotmehê da bigire heta çalakên sivîl u neyarên sîyasî, kabîna Netanyahu tawanbar dikin ku di warê emnî da bi kêr nayê, himber malbatên êxsîran xemsar e û ji bo parastina desthilata sîyasî hewil dide.

 

Serepeyv