Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Artêşa Rejîma Sîyonîst hevgavê sepandina sînordarkinên tund derheq hatin u çûyîna filistînîyan li derbasgeha Refehê, ji berbanga îro va bi balafir u topan êrişî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê kirîye.
Taxên Tuffah, Şucaîye û Zeytûn ên şarê Xezzeyê bûne armanca wan êrişên bi balafir u topan ên sîyonîstan u hema li Taxa Zeytûnê 7 kes ji wan zarok hatin şehîdkirin. Di encama êrişeke din ser kon u çadirên awareyan li herêma Qîzan Reşwanê ku ketîye başûra Xan Yûnisê da jî, 3 fiilstînî ji wan zarok hatin şehîdkirin.
Berî van êrişana, artêşa Rejîma Sîyonîst ev navçana û herêmên derdorê dabûn ber gulleyan ku di encamê da çend filistînî şehîd u birîndar bibûn. Li deverên rojhilata Xezzeyê jî çend mal li Kolana Yafayê ya Taxa Tuffahê û li herêma derdora Nexweşxana Dewreyê li rojhilata Xezzeyê bûn armanca êrişên bi topan ên artêşa Rejîma Sîyonîst.
Heta vê gavê 18 filistînî li herêmên curbicur ên Xezzeyê hatine şehîdkirin u 14 kes ji wana li şarê Xezzeyê hatine şehîdkirin.
Çavkanîyên filistînî jî amajeyî komkujîya hovane ya bi destê artêşa Rejîma Sîyonîst li herêmên curbicur ên Xezzeyê kirin u ragihandin ku sîyonîstên dagirker bi awayekî rasterast êrişî malên sivîlan u kon u xêvetên awareyan dikin. Hevgavê van cinayetên sîyonîstan, artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker îro seredana nexweşên Zîvala Xezzeyê ya ji rêya derbasgeha bejayî ya Refehê ku 2 rojan bi awayekî demkî vekiribû, dîsan qedxe kir. Eva di halekî da ye ku zextên cîhanî ji bo sekinandina cinayetên dagirkerna ên himber filistînîyan jî zêde bûne.