Hişyariya Ensarullahê derbarê armancên nihênî yên bûyerên başûrê Yemenê
Endamê Polîtboroya Ensarullaha Yemenê ragihand ku tiştê ku îro ji hêla Konseya Veguhestinê ve tê kirin ne projeyek neteweyî ye, belku amûrek e ku tam ji aliyê Îmaratê ve ji bo parçekirina Yemenê tê bikaranîn.
Mihemed Fereh, Endamê Polîtboroya Ensarullaha Yemenê tekez kir ku bûyerên heyî li başûrê Yemenê ti armancek ji bilî veguherandina vê herêmê wekî qadeke vekirî jibo xizmetkirina bo projeyên biyanî û vekirina rê li ber hebûna rasterast a Siyonîstan, tune. Fereh hişyarî da ku bûyerên niha jibo xweşkirina rê jibo hebûna rasterast a siyonîstan li yek ji deverên herî girîng ji bo ewlehiya neteweyî ya Yemenê û Ereban li tengeva Bab Ul Mendeb û Deryaya Ereb in. Wî cardinê tekez kir ku destwerdana Erebistana Siûdî qet ji bo yekîtî an serweriya Yemenê nebûye belku jibo berjewendî û serdestîxwaziyê bûye.