Mijdar 17, 2025 15:52 Asia/Tehran

Nûnerê payebilind ê Hizbullahê, bal kişand ser bêdengiya bêşermane ya aliyên navneteweyî û garantorê hevhatina agirbesê li hember binpêkirinên berdewam ên vê hevhatinê ji aliyê rejîma Siyonîst ve û tekez kir ku welatên rojavayî û civaka navneteweyî di pratîkê de piştgiriya pêwîst ji bo berdewamiya destdirêjî û cinayetên dagirkeran dikin.

Elî Feyaz, nûnerê fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parliemana Libnanê got ku eşkere ye ku zexta ser Libnanê di astên curbicur de tim li halê zêdebûnê ne û dijminê Siyonîst êrişên xwe yên hovane û terorîstî dijî sivîlên libnanî didomîne û teşkîlatên sivîl, ji wan cihên geştiyariyê dide ber êrişan, hema mîna ya ku li Sûrê qewimî.

Elî Feyaz, her wiha got ku dijminê siyonîst bona girtina pêşiya vegera niştecihên gundên başûrê Libnanê bo malên xwe kavilkeriyên li vê navçeyê berdewam dike û makîne û alavên ku xaniyan ji nû ve ava dikin û bermahiyan radikin, dide ber êrişan.

Elî Feyaz derbarê belavbûna komployên li dijî Berxwedanê û çekên wê de got ku Hizbullah pabendî helwesta xwe ye û eva ku dibêje divê mijara çekan di çarçoveya stratejiya berevaniya neteweyî de were hilkolandin ji ber baweriya qahîm û cidî ya Hizbullahê bi vê xalê ye ku çek mijarek neteweyî û navxweyî ya Libnanê ye û divê di navbera libnaniyan bi xwe de were çareserkirin ne bi fermanên ji derve.

Ji hêla din ve, civatên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst, hevdem li gel binpêkirina berdewam a agirbesa Libnanê ji aliyê artêşa  vê rejîmê ve, daxwaza destpêkirina şerekî berfireh li dijî Libnanê kirine.

Di rojên derbasbûyî de çavkaniyên nûçeyan ragihandine ku Hizbullah, tevî alûgurên çend mehên derbasbûyî ji bo şerekî giştalî bi dijminê Siyonîst re amade bûye.

Serepeyv