Hizbullah: Cihanîna tam a hevhatinê, mercê nîqaşkirina li ser stratejiya ewlehiya neteweyî ya Libnanê ye
Serokê Konseya Cîbicîkar a Hizbullahê ragihand ku her nîqaşek li ser stratejiya ewlehiya neteweyî ya Libnanê tenê wê demê watedar dibe ku dijminê siyonîst êrîşên xwe bi temamî rawestîne û pabendî sozên xwe bibe.
Şêx Elî Deimûş got ku rejîma Siyonîst bi piştgiriya Amerîkayê êrîşên xwe yên rojane li ser Libnanê didomîne û ji bilî vê, hewl dide ku bi zext û dorpêçê civaka Berxwedanê lawaz bike; lê Berxwedan dê ti carî teslîmbûna li ber şert û mercên dijmin qebûl neke.
Wî bi bîr xist ku şer di 27`ê Mijdara 2024`an de li ser bingeha rêkeftinekê bi hikûmeta Libnanê re rawestiya û Hizbullah jî pê ve girêdayî ma, lê Rejîma Siyonîst ji roja yekem ve sozên xwe binpê kiriye û heta niha ji pênc hezarî zêdetir êrîş ji aliyê dijminê siyonîst ve li dijî Libnanê hatine tomarkirin.
Serokê Konseya Cîbicîkar a Hizbullahê rexne li karên hin berpirsên hikûmeta Libnanê kir û got: Divê hikûmet berpirsiyariya tam a cîbicîkirina hevhatinê û şopandina wê bi rêya komîteya çavdêriya agirbesê bide ustiyê xwe.