Berdewambûna êrişên sîyonîstan ser rexê rojavaya çemê Urdinê
Di dewama binpêkirina agirbesê bi destê Rejîma Sîyonîst da li Xezzeyê, dagirkeran vê carê hin navçeyên din li Zîvala Xezzeyê dan ber topan.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 7 kes li zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin. Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê jî ragihand ku ji dema ragihandina agirbesê va di 11ê Cotmeha sala 2025ê va heta nika 236 kes hatine şehîdkirin u 600 kes jî hatine birîndarkirin. Bi giştî hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 68 hezar u 865 kesî u ya birîndaran jî rabû 170 hezar u 670 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê her wiha ragihand ku zêde ji 350 hezar kes li Xezzeyê bi nexweşîyên demdirêj ketine u Rejîma Sîyonîst jî nahêle alîkarîyên tenduristîyê derbasî vê herêmê bên kirin, lewma yê rewşa nexweşan girantir bibe.