Ebû Qeyt: Jînosayda gelê Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve sedema serşoriya mirovahiyê ye
Cotmeh 29, 2025 19:21 Asia/Tehran
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban got: Jînosayda gelê Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve sedema serşoriya mirovahiyê ye.
Ehmed Ebû Qeyt, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Erebîan, di civîna destpêkirina Konferansa Medyaya Erebî li Beyrûtê got: Ev qirkirin lekeyek ser eniya mirovahiyê di sedema hevçerx de ye ku jînosayda gelê Xezzeyê dît û derbarê wê bihîst, lê li hemberî kuştin û wêraniyê tenê temaşevan ma. Wî her wiha got: Gelê Filistînê yê berxwedêr karesatek nû ceriband û ew jî di demekê de ku divê nirx û mafên mirovan di ewlewiyetê de bin.
Ebû Qeyt her wiha tekez kir: Rejîma Siyonîst nikare Rojhilata Navîn a nû bi barût û xwînê xêz bike.