Hizbullaha Libnanê: Berxwedan yê heta serketina tam were domandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356574-hizbullaha_libnanê_berxwedan_yê_heta_serketina_tam_were_domandin
Endamekî pillebilind ê Hizbullahê pêgir kir ku her kesê himber cinayetên li Xezzeyê bêdeng bimîne, şirîkê vî sûcî ye, got ku Hizbullah yê berxwedanê heta serketina tam u tekûz bidomîne.
(last modified 2025-10-11T09:24:07+00:00 )
Çirî 11, 2025 10:50 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê: Berxwedan yê heta serketina tam were domandin

Endamekî pillebilind ê Hizbullahê pêgir kir ku her kesê himber cinayetên li Xezzeyê bêdeng bimîne, şirîkê vî sûcî ye, got ku Hizbullah yê berxwedanê heta serketina tam u tekûz bidomîne.

Seyîd Ibrahîm Mûsewî got: Em dê ala berxwedanê heta serketina tam daneynin erdê, ji ber ku em bi man u nemanê ra rûbirû ne û mesele ne tenê sînor in. Çawan ku Imam Mûsa Sedr u Imam Xumêynî, Rejîma Sîyonîst wiha dan nasandin; Israyîl tam bela u tovê penceşêrê ye û ti gotinek nikare ewê serratir ji vê yekê bide nasandin.

 Welîd Conbelat, Rêberê Civaka Durzîyên Libnanê jî dîyar kir, kesên dew u doza serwerîyê li vî welatî dikin, dengê xwe derheq vekişîna Rejîma Sîyonîst ji Libnanê û zexta ser wê ji bo bicihanîna agirbesê bilind nakin û got ku sebebkarzanîna Bereya Berxwedanê têkildarî dûhatên şêrr, xalifandina dîrokê û bêrêzîya li şehîdan e.