Seyîd Ebdulmelik Hûsî: Jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê cinayeta herî mezin ê sedsalê ye
Rêberê Ensarullaha Yemenê got ku cinayeta bi xof a siyonîstan li Xezzeyê hêjayî hindê ye ku wek cinayeta serdema hevçerx û cinayeta sedsalê were nasîn.
Seyîd Ebdulmelik Hûsî, Rêberê Ensarullaha Yemenê, her wiha bi ragihandina wê yekê ku sedema Operasyona Bahoza El-Eqsayê 75 salên cinayetên siyonîstan dijî gelê Filistînê bûye û got: Beriya Bahoza Eqsayê, hewldanên dijminan ew bû ku doza Filistînê ji nav bibin û armanca dijmin ji destpêkê ve serdestiya tam ser axa Filistînê û seratir ji wê pêkanîna projeya Îsraîla Mezin bû, lê operasyona Bahoza Eqsayê ev armanc işkest da.
Wî her wiha got ku dijmin bêyî peymana agirbesê nekarî girtiyên xwe azad bike û her wiha di bidawîkirina berxwedan û koçberkirina bi darê zorê ya filistîniyan û her wiha di bidestxistina armancên xwe yên din de işkest xwar û neçar ma ku agirbesê qebûl bike.