Cotmeh 08, 2025 19:42 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Tabûrên Qudsê bi boneya duyemîn salvegera Şerê Bahoza Eqsayê

Fermandetiya Tabûrên Qudsê li Rexê Rojavaya çemê Urdinê ragihand ku em duyemîn salvegera Şerê Bahoza Eqsayê bi rêzdarî bi bîr tînin şerê ku qonaxek nû di pevçûna bi dijmin û bajaroknişînên sîyonîst re li bajarên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê da destpêkirin.

Fermandetiya Tabûrên Qudsê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî, di  daxuyaniya xwe bi boneya duyemîn salvegera Operasyona Bahoza Eqsayê de got: Em silavên xwe dişînin birayên xwe li Komara Îslamî ya Îranê re ku di vî şerî de rasterast şirîkên me bûn û di sê pevçûnên rasterast bi dijmin re bi me re hevkarî kirin û di vê rêyê de wan komek mezin ji şehîdên zana û fermandên pilebilind  ên xwe pêşkêş kirin.JI wan şehîdê Filistînê Hecî Remezan e ku beşek cudanebûyî ji hemî amadekariyên berxwedanê me ji bo rawestana li ber vê rejîma talanker bû. Tabûrên Qudsê tekez kir ku cîhada berxwedanê berdewam dike û têkoşîn dê heta rizgarkirina Qudsê berdewam bike, bi îzna Xwedê Teala.

Serepeyv