Rejîma Siyonîst dawîn keştiya Karwanê Sumûdê zevt kir
Cotmeh 03, 2025 17:03 Asia/Tehran
Leşkerên Rejîma Siyonîst îro dawîn keştiya Karwanê Sumûdê, bi navê Marî Nêt, ku 6 çalakvanên navneteweyî yên mafên mirovan tê de bûn li peravên Xezzeyê zevt kirin.
Piştî rawestandina hin keştiyên Karwanê Sumûdê, 473 çalakvanên nav keştiya Sumûdê bo girtîgeha Ketsiot a vê rejîmê hatin veguhestin.
Hejmarek ji kesên ku di dema rawestandina Sumûdê ji aliyê rejîma Siyonîst ve hatine desteserkirin jibo protestokirina rewşa xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kirine.
Bi êrişa hêzên leşkerî yên Rejîma Siyonîst û girtina pêşiya keştiya Karwanê Sumûdê 9 keştiyên Hevpeymaniya Azadiyê û keştiya Elêf Madêlîn ku 25 Îlonê ji girava Sîsîlya ya Îtalyayê ketien rê hîn jî ber bi Xezzeyê ve diçin.