Hizbullah Libnanê: Bereya Berxwedan çekên Xwe danane
Parlemanterekî libnanî di axiftinekê de bal kişand ser mayîndebûn û xurtkirina Berxwedanê piştî şehadeta rêber û têkoşerên wê û ragihand ku bersiva êriş û komployan parastina çekên Bereya Berxwedanê ye.
Husên Hac Hesen, Serokê Hevpeymaniya Beilbek-Hermel li parlamana Libnanê, di merasima salvegera şehadeta Seyid Hesen Nesrullah, Sersekreterê Hizbullahê de got ku salek piştî jidestdayîna Seyid Ul-Şuheda, Berxwedanê, ku gelek ji ezîz, rêber û têkoşerên xwe ji dest dan, îro ji berê xweragirtir ,bihêztir û cidîtir bûye, di halekî de ku dijmin wer dizanî ew bereya têk birîye.Hac Hesen, bal kişand ser wê yekê ku Bereya Berxwedana Libnanê ne tê jiçekkirin û ne jî çekên xwe datîne û got: Planên Rejîma Siyonîst û piştgirên wê yên amerîkî dagirkerî û nifûz û ketina nav Lubnanê ye, ji ber vê yekê Berxwedan di vê rewşê de, tevî tekeziya ser yekîtîya nav Lubnanê radigihîne ku ew dê çekên xwe nedanê erdê.