Firotina berhemên şirketên piştgirê Rejîma Sîyonîst gellekî daketîye
Şirketên piştgirê Rejîma Sîyonîst yên fenanî Star Baks u Mek Donald ku pêrgî boykota piştgirên Filistînê bûne, firotina berhemên wan gellekî daketîye û ji ber zîyanê neçar mane ku hin çiqên xwe daxin.
Şirketa Star Baks a sîyonîstan ragihand ku biyar da nêzî hezar derfetên karkrinê yên din li çiqên xwe yên li Amerîka û Ingilîsê kêm bike u hin çiqên pêrgî zîyanê bûne, daxe.
Li gorî daxûyanîya vê şirketê, eva çend demsal e ku asta firotina berhemên vê şirketê nemaze li welatên misilman dadikeve û bayê nêzî 11 milyard dolarî kêm bûye ku encama daketina bihaya pişkên wê li bazrê bûye.
Şirketa amerîkî ya Mek Donald jî ku çiqên wê li Filistîna Dagirbûyî xwareka belaş dida leşkerên Rejîma Sîyonîst, mukur hatîye ku şerê Rejîma Sîyonîst u Xezzeyê û boykotkirina vê şirketê ji hêla misilmana u piştgirên Filistînê va, bandoreke nerênî li firotina berhemên wê kirine, nemaze li bazarên Rojhilata Navînê û weltên piranî misilman yên fenanî Malezî, Endonezî û hin welatên