Şêx Ne`îm Qasim: Rê û şêwaza Seyîd Hesen Nesrullah mayinde ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356364-Şêx_ne_îm_qasim_rê_û_şêwaza_seyîd_hesen_nesrullah_mayinde_ye
Sersekreterê Hizbullaha Libnanê ragihand ku nûra Seyîd Hesen Nesrullah hela jî diteyîse û rê u şêwaza wî mayinde ye.
(last modified 2025-09-27T13:28:59+00:00 )
Îlon 27, 2025 13:39 Asia/Tehran
  • Şêx Ne`îm Qasim: Rê û şêwaza Seyîd Hesen Nesrullah mayinde ye

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê ragihand ku nûra Seyîd Hesen Nesrullah hela jî diteyîse û rê u şêwaza wî mayinde ye.

Şêx Ne`îm Qasim di merasimeke bi boneya yekem salvegera şehîdbûna Seyîd hesen Nesrullah û Seyîd Haşim Sefyeddîn da ragihand: Koça te ya dawîn canê mêriv dişewite, lê nûra te hela jî diteyîse. Şêx Ne`îm Qasim got: Rê u şêwaza te mayinde ye. Wan laşê te kuştin, lê rihê te azad bûye. Rêya Hizbullahê tevlî hizr, rih u xwîna te bûye û dê ala berxwedanê serkevtî bibe.

Sersekreterê Hizbullahê herwiha got: Serketinên Bereya Berxwedanê neguherîn û berdewamkirina rê digirin ber xwe û peyrevên vê rêyê an serketin dibe para wan an jî şehîd dibin. Wî herwiha got: Isûlên Seyîd Hesen Nesrullah ji xwe ra berxwedanek in ku îmaja herêmê guhertin û pekîyan cîhanê.