Yemen- Piştgirîya ji Xezze u Filistînê
Îlon 26, 2025 16:06 Asia/Tehran
Gelê Yemenê vê hefteyê jî daket kolanan u bi meşeke berfire piştgirî da Xezzeyê.
Bi hezaran kes ji niştecîyên parêzgeha Se`de ya Yemenê daketin kolanan u bi meşeke berfire piştgirî dan gelê mezlûm ê Xezzeyê û herwiha ragihandin ku li pişta hêzên çekdar ên Yemenê ku operasyona dijî Rejîma Sîyonîst didomînin, disekinin.
Pişikdarên vê meşê bi durişman berdewambûna qirrkirina gelê Xezzeyê bi tundî şermezar kirin û tekez kirin ku dê piştgirîya ji gel u komên berxwedêr ên filistînî bidomînin. Gelê Yemenê her hefteyê li Sen`a u parêzgehên din bi nîşana piştgirîya ji gelê Xezzeyê û Filistînê dest bi xwenîşandanê dike.