Bersiva Ensarullaha Yemenê bo gotinên beredayî yên wezîrê Siyonîst
'Mihemed Fereh' endamê Polîteborûya Tevgera Ensarullaha Yemenê wek berteka li hember gotinên Wezîrê Şêrr ê Rejîma Siyonîst ku gotibû, ew ê Sen'ayê dagir bike û alaya sexte ya wê rejîmê li wir bilind bike, got: Te qala dagirkirina Sen'ayê û bilindkirina alaya xwe kir, di halekî da ku hûn nikarin tenê keştiyeke xwe jî vegerînin!
Wî herwiha got, beriya ku alaya xwe li Sen'ayê bilind bikî, baştir ev e ku careke din Bendera Îlatê bixî gerr û xizmetê!
Wî got: Beriya ku alaya xwe li Sen'ayê bilind bikî, baştir ev e ku alayekê ji bo keştiyên xwe amade bikî da ku neçar nebî ji tirsa Hêza Deryayî ya Yemenê alaya welatên din bi kar bînî.
a
Ev bersiva poşmanker a Ensarullaha Yemenê di halekî da ye ku pêştir Yesraîl Kats Wezîrê Şêrr ê Rejîma Siyonîst gef xwaribû ku, Dirûşma "Mirin ji bo Îsraîlê" ku li ser alaya Hûsîyan hatiye nivîsîn, dê bi alaya Îsraîlê (Rejîma Siyonîst) li paytexta Yemenê ra were dewsgirkirin.