Rêberê Ensarullahê: Bêdengbûna cîhanê bûye sedema berdewambûna cinayetên sîyonîstan li Xezzeyê
Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê pêgirî kir ku Rejîma Sîyonîst hela jî ``cinayeta sedsalê`` li Zîvala Xezzeyê didomîne, di halekî da ku ev karesata bixof li ber çavên xelkên cîhanê û bêdengîya wan didome.
Seyîd Evdilmelik Hûsî Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê amajeyî ber u layên qirrkirina gelê Xezzeyê bi destê Rejîma Sîyonîst kir û got: Dîmenên wê jînosayd û komkujîyê ewqasî bixof in ku wîjdanên her merivekî ji bo berteknîşandana himberî wan cinayetana radikin. Hûsî dîyar kir ku Rejîma Sîyonîst ji piştgirîya rasterast a zilhêzên rojavayî sûdmend e û got: Rejîma îyonîst a dagirker bi çekên tevkujî û bombeyên Amerîka, Ingilîs û Almanê û bi palpiştîya ardû û nifta welatên ereb, cinayetên dijî gelê mezlûm ê Filistînê didomîne.
Hûsî herwiha hişyarî da ku bêdengî û sistîya cîhana islamê, mezintirîn derfet ji bo Rejîma Sîyonîst e u ev rejîma hema vê sistîyê ji bo tundkiina destdirêjîyên xwe bi kar tîne. Wî tekez kir ku gefên Rejîma Sîyonîst tenê Filistînê nagirin ber xwe belkî hemî umeta islamê dikin armanc. Seyîd Evdilmelik Hûsî asta mezlûmbûna gelê Filistînê nîşana giranbûna berpirsyarîya hemî misilmann û heta ya wîjdanên hişyar li hemî cîhanê zanî û hişyarî da: Qusûrîya himber gelê Filistînê û revîna ji berpirsyarîyê, ji ser milê misilmanan ranabe û dûhatên giran ên vê sersarîyê yê li cîhan û axiretê pêsîra wan bigrin.
Wezareta Karên Derve ya Yemenê jî di daxûyanîyekê da pêgirî ser domandina helwesta xwe ya piştgirîya ji gelê mezlûm ê Xezzeyê kir û got: Cinayetyên Rejîma Sîyonîst dê nebin sebeb Sena piştgirîyê nede Xezzeyê belkî dê operasyonên leşekrî yên ji bo piştgirîya ji Xezzeyê bên tundkirin.