Tevgera Emel: Timakariyên Rejîma Siyonîst li hemû welatên ereb belav bûye
Îlon 13, 2025 21:02 Asia/Tehran
Parlimanterê Tevgera Emel li Parlemana Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku berxwedan tanca serê hemû lubnaniyan e û ew bi awayekî xurt vî welatî diparêze û got ku heta ku dagirkerî hebe, berxwedan dê bidome.
Hanî Qebîsî, parlamenterekî Lubnanî û endamê fraksiyona Tevgera Emel`ê, derbarê alûgurên vê dawiyê yên vî welatî û zextên Amerîka-welatên rojavayî û ereb ji bo jiçekkirina berxwedanê da got: Van rojan, ku em bûne şehedê êrişa nûnerên welatên biyanî ser Lubnanê, ev encama hêza me û viyana me ji bo şerê li dijî siyonîstan e.
Vî parlimanterê libnanî tekez kir: Êrişa Rejîma Siyonîst ser axa Qeterê diselimîne ku timakariya Rejîma Siyonîst ji Filistîn, Sûriye û Lubnanê wêdetir çûye û welatên ereb jî girtîye ber xwe.