Îlon 13, 2025 16:05 Asia/Tehran

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê derbarê operasyona mûşekî ya nû ya vî welatî li erdên dagirkirî yên Filistînê agahî da. Yehya Serî, Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand: Yekîneya mûşekî ya Yemenê karî bi mûşeka balîstîk a supersonîk a Filistîn2-yê ku bi kumikê ûşî hatîye teyarkirin, êrişî armancên hesas ên li Yafaya dagirkirî bike.

Wî her wiha got: Operasyona hanê bi vê mûşeka çendkumikî serketî bû û bû sedema ku bi mîlyonan siyonîst birevin stargehan.

Serî tekez kir: Gelê Yemenê dê tu carî dev ji piştgiriya ji Xezzeyê himberî destdirêjkerên siyonîst bernede. Wî got ku destdirêjiya  dijminê siyonîst ser  Yemenê dê  viyana me ji berê xurttir bike. 

Serokwezîrê Hikûmeta Karpêşvebir a Yemenê, tevî  tekeziya ser berdewamiya operasyonên vî welatî  li dijî dijminê siyonîst bang li gel û berxwedana Xezzeyê kir û got: Yemenî dê her çiqas fedakarî pêwîst be bikin û tu carî we tenê nahêlin. Muhemed Ehmed Miftah di civîneke gelanî de li Senayê got: Ji bo me şerefek mezin e ku em ser vê rêyê ne û em ji ber gurrkirina operasyonên leşkerî dijî dijminê siyonîst destxweşiyê li hêzên xwe yên çekdar dikin. 

Serepeyv