Wezîrê Libnanî: Plana bêçekkirinê ya Amerîkayê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356041-wezîrê_libnanî_plana_bêçekkirinê_ya_amerîkayê_ye
Wezîrê Kar ê Libnanê ku terka civîna kabîneyê ya têkildarî bêçekirina berxwedanê daye got ku ev plan ya Amerîkayê ye û gel û komên berxwedana Libnanê dê li gorî encamên vê civînê biryarê bidin.
(last modified 2025-09-05T11:45:14+00:00 )
Îlon 05, 2025 14:56 Asia/Tehran
  • Wezîrê Libnanî: Plana bêçekkirinê ya Amerîkayê ye

Wezîrê Kar ê Libnanê ku terka civîna kabîneyê ya têkildarî bêçekirina berxwedanê daye got ku ev plan ya Amerîkayê ye û gel û komên berxwedana Libnanê dê li gorî encamên vê civînê biryarê bidin.

Mihemed Heyder, Wezîrê Kar ê Libnanê got ku derketina wezîrên girêdayî berxwedana Libnanê ji civîna kabîneyê  bona redkirina behsa li ser belgeya amerîkî di kabîneyê de ye.

Mihemed Heyder her wiha got: Em ê li bendê bimînin ka di civînê de çi diqewime û paşê em ê biryarê bidin û her biryara ku bêyî wekîlên komên berxwedana Libnanê were dayîn, neqanûnî ye.

Rekan Nasiredîn û Mihemed Heyder ev du wezîr bûn ku ji hola sereke ya qesra serokkomartiyê ku civîn lê hatibû lidarxistin, derketin û çûn hola li rex wê.