Ensarullaha Yemenê: Plana Rejîma Sîyonîst kolekirina gelê Yemenê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355980-ensarullaha_yemenê_plana_rejîma_sîyonîst_kolekirina_gelê_yemenê_ye
Rêberê Ensdarullaha Yemenê got: Plana Rejîma Sîyonîst kolekirina vê umetê ye û ev yeka tiştek e ku Yemena xwedîbawerî qet nikare qebûl bike.
(last modified 2025-08-31T13:08:53+00:00 )
Tebax 31, 2025 15:59 Asia/Tehran

Rêberê Ensdarullaha Yemenê got: Plana Rejîma Sîyonîst kolekirina vê umetê ye û ev yeka tiştek e ku Yemena xwedîbawerî qet nikare qebûl bike.

Seyîd Ebdulmelik Bedreddîn Hûsî rêberê Ensarullaha Yemenê bi boneya şehîdbûna Serokwezîrê vî welatî û hejmareke hevrêyê wî got: Rejîma Sîyonîst a dijmin û hov gefek himber hemî ummetê ye û tişta ku ev rejîma van rojana li Filistîn û Zîvala Xezzeyê dike, cinayeteke diltezîn û biwehşet e ku divê himber da helwest bê nîşandayîn. Gelê me ev helwesta wek cihadek di rêya Xwed êda, ji bo razîbûna wî û li gorî vê yekê ku yek ji girîngtirîn berpirsyarîyên dînî, exlaqî û merivî dizanin, dest pê kirin.