Tebax 25, 2025 17:59 Asia/Tehran
  • 788 kuştî û zêdetirî hezar birîndar di encama rabûna lehiyê li Pakistanê de

Rêxistina Girtina Pêşiya Qeyranê ya Pakistanê ragihand: Ji 26`ê Hezîranê ve heta niha baranên guj û lehiyên ji nişka ve û bûyerên ji ber wan li deverên curbicur ên vî welatî canê 788 kesan istandiye û zêdetirî hezar kesên din jî birîndar bûne.

Rêxistina Rêvebiriya Qeyranê li Pakistanê di raporekê de  bi ragehandina zêdebûna hejmara qurbaniyên baranên demsalî û bûyerên ji ber wan,  ji wan rabûan lehiyê bo 788  kuştiyan got:  li nav  qurbaniyan de 200 zarok, 471 mêr û 117 jin hene.

Eyaleta  Xeyber Pextunxwa ya Pakistanê  zirara herî zêde dîtiye û mirina 469 kesan, ji wan  81 zarokan, li bajarên curbicur ên vê eyaletê hatiye ragihandin. Piştî wê, Pencab bi 165 kuştiyan di rêza duyemîn de ye û eyaleta  Sind û Belûçistanê bi rêzê ve 51 û 24  kuştiyan, gelek qurbanî dîtine. Her wiha, li herêma Gilgit Beltistanê ku ji ber guherîna avhewayê rastî diyardeya heliyana cemedên xwezayî ve hatiye jî, herî kêm 45 kes mirine û li herêma Kişmîrê û paytexta Pakistanê jî di encama van bûyeran de sercem 33 kes hatine kuştin.

Wezîrê Karên Hundir ê Îranê  di gotûbêja bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê pakistanî re, amadebûna Komara Îslamî ya Îranê ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê li vî welatî ragihand.

Serepeyv