Rayedarê pilebilind ê Hizbullahê: Em biryara hikûmetê bi fermî nas nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355872-rayedarê_pilebilind_ê_hizbullahê_em_biryara_hikûmetê_bi_fermî_nas_nakin
Serokê Konseya Rêveber a Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku biryara hikûmeta Lubnanê ji bo jiçekkirina Bereya Berxwedanê biryarek neqanûnî û narewa ye û got ku berxwedan çand û nasnameyek e ku ji nav naçe.
(last modified 2025-08-23T11:13:56+00:00 )
Tebax 23, 2025 14:25 Asia/Tehran
  • Rayedarê pilebilind ê Hizbullahê: Em biryara hikûmetê bi fermî nas nakin

Serokê Konseya Rêveber a Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku biryara hikûmeta Lubnanê ji bo jiçekkirina Bereya Berxwedanê biryarek neqanûnî û narewa ye û got ku berxwedan çand û nasnameyek e ku ji nav naçe.

Şêx Elî De`mûş got: Biryara şaş a kuhikûmeta Lubnanê ya jiçekkirina Bereya Berxwedanê ne tenê binpêkirina peymana neteweyî ye belku narewa û nemaqûl e. Serokê Konseya Rêveber a Hizbullahê got: Çawa dibe ku welatek ku axa wê ji hêla dijmin ve hatiye dagirkirin, gelê wî rojane dikevin ber êrişan, nahêlin ku gel vegere gund û malên xwe û zarokên wan ji hêla dijmin ve hatine hêsîrkirin, hikûmeta wê biryar bide ku yek ji hêmanên herî girîng ên hêza welêt, yanê Bereya Berxwedanê, hilweşîne?

Vî rayedarê Hizbullahê got: Îro rojê em li welêt bi hikûmetekê re rûbirû ne ku berjewendiyên hêzên biyanî berçav digire û fermanên wan cih tîne.