Hizbullahê himber biryara bigengeşe ya kabîna Libnanê bertek nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355647-hizbullahê_himber_biryara_bigengeşe_ya_kabîna_libnanê_bertek_nîşan_da
Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku biryara desteya wezîran a vî welatî têkildarî pawankirina çekan, tam berjewendîyên Rejîma Sîyonîst dabîn dike û Libnanê himber wê rejîma dijmin destvala dike.
(last modified 2025-08-06T14:35:36+00:00 )
Tebax 06, 2025 16:52 Asia/Tehran
  • Hizbullahê himber biryara bigengeşe ya kabîna Libnanê bertek nîşan da

Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku biryara desteya wezîran a vî welatî têkildarî pawankirina çekan, tam berjewendîyên Rejîma Sîyonîst dabîn dike û Libnanê himber wê rejîma dijmin destvala dike.

Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand: Hikûmeta Newaf Selam Serokwezîrê Libnanê bi biryara jiçekirina Bereya Berxwedanê ya vî welatî himber dijminê sîyonîst şaşitîyeke mezin kir, ji ber ku ev biryara Libnanê û helwesta vî welatî himber dsestdirêjîya Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê lawaz dike û tişta ku Rejîma Sîyonîst nekarî bi destdirêjîya ser Libnanê bi dest bixe, ji bo wê dabîn dike.

Derketina wezîrên Hizbullaha u Tevgera Emel`ê ji civîna kabînê, nîşana neyartîya himber vê biryarê û dijberîya Bereya Berxwedanê û gel himber teslîmbûna Libnanê himber sergêrîya Amerîkayê û dagirkerîya Rejîma Sîyonîst e. Ev biryara encama fermanên şandîyê Amerîkayê ye.