Birsîbûna zarokên Xezzeyê bû sedema nerazîbûna israyîlîyan xwe jî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355470-birsîbûna_zarokên_xezzeyê_bû_sedema_nerazîbûna_israyîlîyan_xwe_jî
Bi sedan kesên nerazî li Tel Avîvê dijî sîyasetên nemirovane yên Netanyahu dest bi xwenîşandanê kirin.
(last modified 2025-07-23T12:20:28+00:00 )
Tîrmeh 23, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Birsîbûna zarokên Xezzeyê bû sedema nerazîbûna israyîlîyan xwe jî

Bi sedan kesên nerazî li Tel Avîvê dijî sîyasetên nemirovane yên Netanyahu dest bi xwenîşandanê kirin.

Di halekî da ku rêvebir û hikimdarên ereb hela jî himberî qirrkirina filistînîyên Xezzeyê bêdeng in û tenê lê temaşe dikin, li Tel Avîvê bi sedan kesên nerazî bi rakirina dîmen û wêneyên zarokên birsî û xelalêketî û kîseyên êrd, bi qêrînê xwestin ku şer were sekinandin û dorpêça ser Xezzeyê were rakirin.

Yek ji rêkxerên vê xwenîşandanê got: ``Me wêneyên zarokên ku ji birsîya li Xezzeyê can dane, rakirîye. Ew tenê ji birsîya mirine; di halekî da ku Israyîl rê li ber derbaskirina alîkarîyan digire.``

Nerazîyên beşdarê vê xwenîşandanê xwestin ku şer li Zîvala Xezzeyê were bidawîhanîn û derheq tundbûna xelayê li vê herêmê hişyarî dan.