Avêtina 43 roketan ji Yemenê, balafirgeha Bin Goryonê hat girtin
Çavkaniyên nûçeyan bal kişandin ser êrişa bi mûşekan a Yemenê ser erdên dagirkirî û derbarê girtina Balafirgeha Bin Goryon û tirs û xofa di nava bajaroknişînan agahî dan .
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku piştî êrişa mûşekî ya Yemenê, dengê zengila xeterê li Qudsa dagirkirî û Telavîvê û bi dehan bajarokên siyonîstnişîn li Qudsê û Rexê Rojava û Filistîna dagirkirî hatiye bihîstin.
Van çavkaniyan ragehandin ku piştî êrişa mûşekî ya Yemenê, li Quds û Rexê Rojava û hinek ji navçeyên berfireh ên Filistîna dagirkirî teqînên bihêz hatine bihîstin.
Kanala 14 a televîzyona Rejîma Siyonîst jî derbarê êrişa mûşekî ya ji Yemenê ser Balafirgeha Bin Goryonê agahî da.
Medyayên Rejîam Siyonîst ragihandin ku piştî êrişa mûşekî ji Yemenê, xebata balafirgeha Bin Goryon rawestiyaye.