Liv û tevgerên sîxuriyê yên Amerîkayê dijî Îranê bi bikaranîna qada hewayî ya Iraqê
Balyozê Îranê li Iraqê derbarê liv û tevgerên sîxuriyê yên Amerîkayê dijî welatê me bi bikaranîna qada hewayî ya Iraqê agahî da.
Muhemed Kazim Alê Sadiq, balyozê Îranê li Iraqê di hevpeyvînekê de tekez kir ku balafirên amerîkî ji nav Iraqê dest bi şopandin û keşfê li dijî Îranê dikin. Wî got ku em ji nû ve amade ne ku li ber her kiryareke Rejîma Siyonîst rawestin.
Balyozê Îranê li Iraqê derbarê hêzên berxwedana Iraqê de got: Binavkirina van hêzan wekî hêzên bi wekalet ên Îranê, bêrêziya li wan e. Me di şerê li dijî DAIŞ`ê de piştgirî da van hêzan û têkiliyên me bi wan re nayê wê wateyê ku ew hêzên bi wekalet ên Îranê ne. Têkiliyên me bi van koman re ji berê va hebûye lê ew gihîştine qonaxekê ku ew bi xwe biryaran didin. Em rêzê li daxwazên hikûmeta Iraqê digirin û ji her tiştê ku mafên berxwedanê diparêze pêşwaziyê dikin.
Alê Sadiq derbarê têkiliyên bi Herêma Kurdistana Iraqê re jî got: Ev têkilî baş in û seferên dualî berdewam dikin. Helwesta Herêma Kurdistana Iraqê li himberî şerê 12 rojî de camêrane bû.